Em

  Destpêk
Em
Em

Komeleya Ehmedê Xanî di dîroka 01.02.2013’an de li Bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê ji aliyê çend kesên kurdperwer ên dilsozên Ehmedê Xanî ve hate vekirin.


Navê komeleyê ê bi tirkî Uluslararası Ahmed-i Hani Toplum Araştrmaları Merkezi Derneği û bi kurdî jî Komeleya Ehmedê Xanî ya Navenda Lêkolînên Civakî ya Navnetewî ye.


Armanca vekirina Komeleya Ehmedê Xanî bi taybetî li Rihayê ku hestên kurdewariyê kêm bûne û li tevahiya Kurdistanê xizmeta ziman û çanda gelê kurd e. Komele dixwaze di nav civaka kurd de felsefeya Ehmedê Xanî ya Dewletbûnê belav bike û gelê kurd li fikra Ehmedê Xanî ya Dewletbûnê xwedî derkeve.


Di nav rêvebir û endamên Komeleya Ehmedê Xanî de 5 mamosteyên zimanê kurdî hene û herwiha li bajarên Enqere, Mêrdîn, Diyarbekir, Şirnex û Stenbolê jî endamên xwe hene.


Komele xizmetên xwe zêdetirî bi dayîna qursên zimanê kurdî dimeşîne. Di sala 2016’an de di dîroka Rihayê de yekem car dersên kurdî dane Baroya Rihayê û gelek parêzer beşdarî qursa zimanê kurdî bûn. Herwiha hetanî niha li ser mijarên siyasî û çandî di derheqê gelê kurd de gelek rapor amade kirine.



Ji Mem û Zîn


Ger dê hebûya me îttifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek


Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî


Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet