Ehmedê Xanî

  Destpêk
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî

Di wêjeya Kurdî ya klasîk de nivîskarê ku herî zêde tê zanîn û yê ku berhemên wî herî zêde bi nav û deng in Ehmedê Xanî ye. Ehmedê Xanî di sala 1651’ê de li gundê Xanê yê girêdayî Colemêrgê ji dayik bûye. Gelek lêkolîn li ser wî hatine kirin. Ji wan hin kes dibêjin ku Xanê navê gundê wî ye û hin kesên din jî dibêjin ku Xanê navê ‘eşîra wî ye. Mele Mehmûdê Bayezîdî dibêje ku ‘Ji taîfeya Hekariyan ji ‘eşîreta Xaniyan e’. Li gor hin çavkaniyan jî li Bazîdê hatiye dinyayê. Ehmedê Xanî di piçûkatiya xwe de li medreseya Mûradiyê dest bi xwendinê kiriye. Jiyana wî li medreseyan di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Ilmê fenî û yên olî xwendine û di vî warî de gelekî bi pêş ketiye. Ji bo xwendina ilim çûye Xelat, Bedlîs, Cizîr, Riha, Şam, Heleb û Bexdayê. Li Misir, Îran û Stenbolê jî geriyaye. Nemaze li medreseyên Mezopotamya, Suriyê û Îranê hînî felsefeya Yewnan ya kevnare, tesawûf, asîmanzanî, helbest û teknîka hunerî dibe. Piştî xwendina ‘ilim dîsa vedigere Bazîdê û ji bo zarokên Kurda dixebite, ji bo xwendina zarokên kurdan medreseyan vedike û di van medreseyan de dersê dide wan. Zarokê Kurdan di medreseyan de, ne tenê ‘ilmê ol; ‘ilmên zanistî jî wek wêje, felsefe, erdnîgarî û asîmanzanî jî tehsîl kirine. Ehmedê Xanî ji bilî zimanê Kurdî bi erebî, tirkî û farisî jî zanibû. Ehmedê Xanî zanyarekî welatparêz û netewperwer bûye. Ji bo ku gelê Kurd bi pêş keve, serbilind be û serxwebûna xwe bi dest bixe xebat û têkoşîneke mezin meşandiye. Gengeşî û pirsgirêkên civaka Kurda yên wê serdemê ji hêla wî ve hatine tehlîlkirin. Li ser bindestî, bê tifaqî û neyartiya di nav Kurdan de fikr û ramanên xwe di berhemên xwe de anîne ziman. Xanî wek bavê netewperweriya kurdî tê nasîn.


Li ser rewşa Kurda ya wê demê di Mem û Zîna xwe de wiha dibêje;


Ger dê hebûya me îttifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek


Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî


Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet


Ehmedê Xanî di çarde saliya xwe de dest bi nivîsê kiriye û weke ku tê zanîn çar berhemên wî hene. Ji bilî van berhemên wî tê gotin ku berhemeke wî bi navê Erdê Xweda ku li ser erdnîgarî û asîmanzaniyê ye heye, lêbelê di derbarê wê de tu agahî tune ne. Ji bilî van, hin berhemên wî yên din hebin jî di berbarê wan de agahî tunene. Berhemên wî ev in.


Mem û Zîn (1695);


Berhema Ehmedê Xanî ya ku herî navdar ku navê wî li dinyayê belav kiriye Mem û Zîn e. Mem û Zîn mesnewiyeke edebî ye û li ser eşq û evînê hatiye nivîsandin. Mesnewiyên weke vê, em dikarin bibêjin ku di jiyana gelek netewan de hene. Weke Romeo û Julîeta Shakespeare, Leyla û Mecnûna Fûzûlî. Lêbelê ‘Mem û Zîn’ a Ehmedê Xanî ji van mesnewiyan gelekî cuda ye. Lewra ew ne tenê mesnewiyeke eşqê ye. Di heman demê de manifestoya gelê kurd e. Ew ji bo gelê kurd hebûn e, jiyan e, berxwedan e, hêvi ye, dîrok e û hwd. Lewra Xanî bi xwe sedemê nivîsandina pirtûkê di mesnewiya xwe de aniye ziman. Ew dixwaze ku miletê kurd jî di asta herî bilind de di nav neteweyan de cîhê xwe bigire. Ew dixwaze ku di pêşerojê de, ji aliye wêje, ilm, îrfan, eşq û evînê ve, tu kes nikaribe ji gelê kurd re kêmasiyekê bibîne. Bi vê armanc û hêviyê derketiye rê û ev pirtûka giranbiha ji me re nivîsiye û rêkiriye pêşerojê. Ehmedê Xanê di vê berhema xwe de rewşa gelê kurd tîne ber çavan. Di Mem û Zînê de gelek şîret li Kurdan kirine û rê nîşanî wan kirine.Yekîtiya gelê kurd xwestiye û gotiye ku li ziman, çand û hunera xwe xwedî derkevin.
Di dawiya Mem û Zînê de diyar dike ku ev sîh sal in dinivîse û gava ku Mem û Zîn xilas kiriye çil û çar salî bûye.


Lewra ku dema ji xeybê fek bû
Tarîx yê hezar û şêst û yek bû


Îsale gehîşte çil û çaran
Wî pêşrewê gunehkaran.


Em ji vir fêm dikin ku di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsê kiriye. Herwiha di Mem û Zînê de qale ‘Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran jî kiriye.


Eqîdeya Îmanê(1687);


Lî ser mercên îslamê hatiye nivîsîn. Zanistên îslamî bi zimanê zikmakî îzeh kirine. Zimanê Kurdî derxistiye asteke ku meriv dikare di perwerdehiya olî de jî bi kar bîne. Bi vê berhema xwe rê vekiriye ku di mijarê olî de jî nivîsandina kurdî were bikaranîn. Ev pirtûk di medreseyên Kurdan de heta îro jî tê xwendin.


Nûbara Pîçûkan(1683);


Ehmedê Xanî dibêje ku min ev pirtûk ji bo zarokên kurdan nivisiye da ku di xwendina ‘ilim de tu tengezariyan nebînin. Nûbara Piçûkan di dîroka Kurdan de ferhenga kurdî ya yekemîn e. Ji ber ku hêvîya wî zêde ji pêşerojê û ji zaroka hebû, ev berhem ji zarokan re nivîsiye. Ev berhem heta niha jî di medreseyên kurdan de ya ku herî zêde tê xwendin e. Bi saya vê berhemê zimanê kurdî ketiye perwerdehiya medreseyan û heta îro jî dewam dike. Mirov dikare bêje ku Nûbara Biçûkan li cihanê pirtûka yekem e ku li ser perwerdeya zarokan hatiye nivîsandin.


Dîwan;


Ehmedê Xanî dîwana xwe kom nekiriye. Helbestên ku nivîsîne piştî wefata wî ji aliyê qutabî û dostên wî ve têne komkirin û dûv re jî hatine çapkirin.
Ehmedê Xanî di sala 1707’an de li Bazîdê çûye ser dilovaniya xwe û li wê derê ji axê re hatiye spartin. Tirba wî îro jî ji hêla gelê Kurd ve tê ziyaretkirin.